Rojnamegera ku nasnavê wê hat pirsîn bi daxwaza girtinê sewk kirin 2018-10-11 16:12:13   AMED – Ji rojnameger Kîbriye Evren a ku li Amedê di çarçoveya operasyona li dijî siyasetmedaran de hat binçavkirin de di îfadeya wê ya li emniyetê de pirsên balkêş kirin. Polîsan ev pirs ji Kîbriye kir: “Pozîsyona we ya di nava rêxistinê de çi ye? nasnavê we yê di nav rêxistinê de çi ye?”    Di operasyona li dijî siyasetmedar û rojanmegeran de rojnameger Kîbriye Evren jî hat binçavkirin. Darizandina Kîbriye a li Miduriyeta Polîsan a Amedê bi dawî bû û bi 23 siyasetmedaran re sewqî dozgeriyê hat kirin.    Kîbriye îfadeya xwe bi kurdî da   Li emniyetê polîsan pirsên balkêş ji rojnameger Kîbriye Evren kirin. Di nav pirsên ji Kîbriye hatin kirin de yek jê jî ev e: “Pozîsyona we ya di nava rêxistinê de çi ye? Nasnavê we yê nav rêxistinê çi ye? Xebat û çalakiyên hûnê li ser navê rêxistinê li dar bixin çi ne? We ji kîjan endamên rêxistinê fermana van çalakî û xebatan girtiye?”   Kîbriye ya ku bi kurdî îfade da  jî diyar kir ku tu têkiliya wê bi rêxistinê re nîne û ew rojnameger e û ji rêxistina KCK’ê jî tu agahiya wê tune ye.    ‘Tiştek wê bê kirin rawestînin'    Ji Kîbriye îxbara bênav a di 19’ê îlonê de “KCK’î tiştekî dikin wan bisekinînin” jî  kirin û derketina wê ya derveyî welat jê pirsîn  û bi “Komîteya Çapemeniyê ya KCK” sûcdar kirin. Kîbriye da zanîn ku ew rojnameger e û bi rêya legal bi pasaporta xwe derketiye derveyî welat û beşdarî tu civînên rêxistinî nebûye. Kîberiye got ew ji bo xebatên rojnamegeriyê çûye derveyî welat û hatiye.    'Kîbriye sûcdarî red kirin'   Pirsên “Hûn çend caran bi rêya legal û îlegel çûn derveyî welat? Hûn li Amedê kîjan civînên rêxistinê û li ku li dar dixan. We derbarê qadên xebatên xwe yên rêxistinkirî raporen xebat û rexnedayînê dane?” ji Kîbriye kirin û wê ji ev pirs û pirsên der barê xebatên Tevgera Jinên Azad (TJA) jê hatin kirin jî red kir.    '82 kes li emniyetê tên gitin'   Li aliyê din rojnameger Abdurrahman Gok, Semîha Alankuş, Lezgîn Akdenîz, Esra Solîn Dal û Cîhan Olmez, belavkarên Rojnameya Yenî Yaşamê Hayat Ozmez û Savaş Aslan jî di nav de 7 rojnameger û  75 siyasetmedar li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin.