Dadger li Seda Taşkin 7 sal û 6 meh ceza birî 2018-10-10 14:59:34   MÛŞ - Dadgehê li Nûçegîhana  Ajansa Mezopotamyayê Seda Taşkin a girtî tê darizandin 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî.    Danişîna doza Rojnameger û nûçegîhana  Ajansa Mezopotamyayê Seda Taşkin  li Mûşê hat dîtin. Heyeta dadgehê 7 sal û 6 meh ceza li Seda birî. Sedayê di 20'ê Kanûna 2017'an de bi îdîaya “der barê wê de îxbar heye" hatibû binçavkirin. Di 22'ê Çile de Seda Taşkin hatibû girtin û girtî tê darizandin. 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê  li Taşkin 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî.