Doza Rojnameya Ozgur Gundemê hat taloqkirin 2018-10-10 14:49:47   STENBOL - Danişîna doza rojnameya Ozgur Gundemê hat dîtin. Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameyê Kemal Sancili ku girtî dihat darizandin nehat berdan.    10'emîn danişîna doza Gerînendeyên Giştî yên Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin ku Asli Erdogan û Necmiye Alpay jî di navde 9 rojnameger tên darizandin, li 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin.  Di danişînê de nivîskar û zimanzan Necmiye Alpay, Gerînendeya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê Eren Keskin, Midûrê Karên Nivîsan Înan Kızılkaya li salonê amade bûn. Xwediyê Îmtîyazê Kemal Sancili jî bi riya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Gelek kesên din jî danişîn şopandin. Hat diyar kirin ku raporên materyalên dijîtal hatine amadekirin. Di danişînê de ewil Prz. Eren Keskin, parastin kir û diyar kir ku her tişt li gorî peymana navneteweyî ku Tirkiye  îmze kiriye ye û ev jî di çarçoveya azadiya ramanê de ye. Keskîn, ani ziman ku bi vê dozê azadiya raman û îfadeyê hatiye îhlalkirin. Prz. Ozcan Kiliç jî anî ziman ku piştî materyalên dijîtal hatin lêkolîn kirin de parastinê bike. Prz. Erdal Dogan jî anî ziman ku materyalên nû divê wekî delîlên nû bê nirxandin. Dogan, xwest materyalên dijital dîsa paşve bê dayîn.    Dozger jî xwest Xwediyê Îmtîyazê Kemal Sancili girtî bê darizandin û qedexeya li ser Eren Eskin a dervê welat bê rakirin. Heyeta dadgehê jî piştî navberê der barê Kemal Sancili de biryara berdewama girtinê da. Der barê Prz. Eren Keskin de jî biryar da ku qedexeya li ser Keskîn bê rakirin. Heyetê doz taloqî 17'ê Çileya 2019'an kir.