Ji bersûcê îstismara zayendî re 82 sal ceza hat birîn 2018-10-10 10:16:55   ÎDIR - Li mêrê bi navê Burhan B. ku li Îdirê du zarokên 12 û 14 salî bi îstismara zayendî rû bi rû hiştibû 82 sal 8 meh û 6 roj cezayê girtîgehê hat birîn.    Mêrê bi navê Burhan B. (54) li Îdirê zarokên 12 û 14 salî bi îstismara zayendî rû bi rû hiştibû. Ji ber sûcê "Li dijî zarok pêkanîna îstismara zayendî", "Ji azadiyê bêpar hiştin" 82 sal 8 meh û 6 roj cezayê girtîgehê hat birîn. Îstismara ku ji Çileyê 2018'an dest pê kir di 1'ê Nîsana 2018'an de bi gerandina zarokê ya hejmara 155'an derket holê. Piştî gilîkirina zarokê Burhan B. ji aliyê Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Îdirê hat girtin û şandin girtîgehê.    Îstismara zayendî ya sîstematîk   Di 24'ê Tîrmeha 2018'an de li Dadgeha Cezayê Îdirê de di rûniştinê de zaroka 14 salî axivî û got ku Burhan B. îstismara zayendî li wan kiriye.    82 sali 8 meh û 6 roj cezayê girtîgehê   Dadgehê biryar da û 82 sali 8 meh û 6 roj cezayê girtîgehê li Burhan B. birî.