6 kesên li Enqereyê hatin binçavkirin birin dozgeriyê 2018-10-09 12:42:27   ENQERE - Di çarçoveya operasyona ku li Enqereyê hat kirin de 6 kesên hatin binçavkirin birin dozgeriyê.   Di çarçoveya operasyona ku li Enqereyê hat kirin de Asli Bayramoglu, Heval Elçî, Ahmet Aday û nivîskara Temel Demîrer ê ku ji Stenbolê anîn, piştî îfadeya wan a li emniyetê derxistin dozgeriyê. 6 kesên ku hatin binçavkirin ji ber ku tevli çalakiya qedexeya derketina derve ya di meha mijdara 2016'an a  li Farqîna Amedê şermezar kirin tên darizandin. Herwiha ji kesên hatin binçavkirin parvekirinên li ser medya civakî jî hatin pirsîn.   Karê kesên hatin binçavkirin li dozgeriyê berdewam dike.