Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin 2018-10-09 12:17:17   STENBOL - Daneşîna Doza Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK'ê hat girtin û  Hevgerînendya Weşanê ya Giştî Eren Keskîn û nivîskar û rêveberên wê jê tên darizand hat taloqkirin.    Daneşîna Doza Rojnameya Ozgur Gundem ku bi KHK'ê hat girtin û  Hevgerînendya Weşanê ya Giştî Eren Keskî, nivîskar û rêveberên wê  Reyhan Çapan, Reyhan Hacioglu, Nuray Ozdogan, Celalettîn Can, Ayşe Batumlu, Ayşe Berktay, Fîşîz Koçali Huseyîn Aykol jê tên darizandin li 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin.    Hat aşkerakirin ku Eren, Huseyîn û Zuleyha Yilmaz ên ku ji dozên xwe yên din tên darizandin jî dosayên wan bi vê dosayê re hatiye yekirin. Dozgerê dozê mutalaya xwe ya berê dubare kir û got ku derbarê dosyayên ku hatine yekirin de ew dikare mutalaya xwe ya derbarê esas de biguherîne. Dozger xwest ku kêmaniyên di dosayê de bên temamkirin.   Heyeta Dadgehê jî ji bo ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin, daneşîn taloqî 28'ê Adara 2019'an kir.