Doza hevşaredarên Qoserê hat taloqkirin 2018-10-05 18:23:03   MÊRDÎN - 9’yemîn rûniştina doza Hevşaredarên Qoserê Leyla Salman û Îsmaîl Asî li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin.  Hevşaredaran îdayên derbarê xwe de qebûl nekirin û beraeta xwe xwestin.     Li navçeya Qosera Mêrdînê di 2’yê Çileya 2016’an de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” derbarê Hevşaredarên Qoserê Leyla Salman, Îsmaîl Asî û 5 kesên ku bi wan re tên darizandin de doza hat vekirin, 9’yemîn rûniştina dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Parêzer û malbatên hevşaredar û kesên din ku bi wan re tên darizandin  tevlî dozê bûn. Hevşaredar neanîn salonê û bi riya SEGBÎS’ê tevli dozê bûn.     Hevşaredara Qoserê Leyla Salman îfadeyên kesên nepenî ku derbarê wan de îfade dane qebûl nekirin, diyar kir ku 2 sale ew bi awayê dijhiqûqî tên darizandin û wiha parastina xwe kir: “Ez zêde ji dadgehan fem nakim. Lê belê ez derbarê 3 kesan de dixwazim serlêdana sûc bikim. Tu delîl tune ne û ev kes nizanim kî ne lê derewan dikin. Ger ku em li derve bûna em ê bi belgeyan û delîlan bihata. Me dixwast ku em ji derve de bên darizandin ji bo ku em belge û delîlan kom bikin . Lê belê dadgehê ev daxwaza li ber çavan negirt. Dixwazim derbarê kesên nepenî ku îfade li ser me dane de serlêdana sûc bikim.”   Hevşaredarê Qoserê Îsmaîl Asî, Îfadeyên kesên ew sûcdar kirin qebû nekr û got ku hemû îfadeyên derbarê wan de ahtine dayîn derew in. Îsmaîl daxwaza beraeta xwe kir.   Herwiha  Cîgira  Hevşaredarên Qoserê Adîle Kizilay, Midûrê Avê yê Mêrdînê Hasan Ogal, Midûrê Karêm Paqijiyê yê Şaredariya Qoserê Abdurrahîm Aslan, Midûrê Karên Fenê Halît Karaboga û Midûrê karên Çandê Salih Kuday ku ji heman dozê dihatin darizandin jî beraeta xwe xwestin.   Piştî îfadeyên ku hatin girtin parêzeran parastinê kir.   Dadgehê piştî naveberê biryara xwe aşkera kir. Heyeta dadgehê biryar da ku hevşaredar jî di nav de kesên tên darizandin girtina wan berdewam bike û doz taloqî 7’ê Çileyê kir.