Derbarê Pervîn Buldan de biryara bi darê zorê bînin 2018-10-04 14:33:07   ENQERE - Di danişîna doza darizandina Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan de, dadgehê bi hinceta “Ji ber ku parastinê nake, doz tê derengîxistin” de, biryar da ku Pervîn bi darê zorê bînin dadgehê.    Danişîna doza darizandina Hevseroka Partiya Demokartîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan a ji ber axaftinên di çalakiyan de kirin bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hat vekirin, li 18’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat dîtin. Parêzerê Pervîn beşdarî danişînê bû. Parêzer daxwaznameya nivîskî pêşkêşî dadgehê kir û anî ziman ku mûwekîla wî parlamenter e û xwest, li gorî xala 83’yemîn a Qanûna Bingehîn biryara “darizandinê bê rawestandin.”     Dozgerê Komarê Necatî Kayakozu, diyar kir ku daxwaza parêzer ne li gorî qanûn û usûlê ye, xwest daxwaz bê redkirin. Serokê Dadgehê jî, daxwaza parêzedr red kir û ji bo Pervîn parastinê bike, biryar da ku bi darê zorê bînin dadgehê. Serokê Dadgehê piştî biryarê danişîn taloq kir.