Bersûcê îstismara zayendî serbest hat berdan 2018-10-03 12:53:38   ANTALYA - Mêrê bi navê Y.S. ji ber ku zarokek 10 salî bi îstismara zayendî rû bi rû hişt bi 25 salan hatibû darizandin. Dayika zarokê ji ber ku dev ji giliya ku kiribû berda bersûc hat beratkirin.    Li Antalyayê 3 sal berê zaroka 10 salî ji aliyê zirbavê xwe bi îstismara zayendî rû bi rû mabû. Li ser gilîkirina dayika wê bersûc Y.S bi 25 salan cezayê girtîgehê hat darizandin. Lê piştî ku dayika zarokê dev ji gilîkirina xwe berda bersûc hat beratkirin.    Her wiha hat hînbûn ku dosya şandine dadgeha bilind.