Daneşîna doza Sabahat Tuncel û Aysel Tugluk hat taloqkirin 2018-10-02 16:20:02   RIHA - Daneşîna doza Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel  û Cîgra Hevserokên  HDP'ê ya berê Aysel Tugluk ku ji ber tevli meşa Amarayê bibûn jê tên darizaandin hat taloqkirin.   Daneşîna 7'emîn doza Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  Sebahat Tuncel  û Cîgra Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) ya berê Aysel Tugluk ku ji ber tevli meşa Amarayê ya di sala 2013'an de bi minasebeta rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  hat lidarxistin bûn  jê tên darizaandin ku li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat vekirin hat dîtin.   Daneşîna ku Aysel û Sebahat tevli nebûn, parêzerên wan amadebûn. Doz ji ber kêmbûna belgeyên di dosyayê de taloqî 29'ê  Mijdarê hat kirin.