Daxwaza darizandina Meral Daniş Beştaş bê rawestandin hat kirin 2018-10-02 14:00:09   AMED - Danişina doza parlamentera HDP'e ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş hat dîtin. Parêzeran xwest doza Meral Daniş Beştaş bê rawestandin.   Danişîna doza Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Danış Beştaş ku bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" û “li sûc sor kiriye" tê darizandin li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat ditin. Danişîna ku Meral beşdar nebû, Parêzerên wê Mehmet Emin Aktar, Mesut Beştaş û Mehdi Ozdemir amamed bûn. Dozger di danişînê de mutaala dubare kir û xwest ku meral bi heman sucdariyê ji 11 salan heta 25 salan bê cezakirin. Parezeran jî parastin kir û îtîrazî daxwaza dozger kirin. Parezeran xwest doz bê rawestandin. Prz. Mehmet Emin Aktar  diyar kir ku di 4'ê Tîrmeha 20187an de biryara Qanûna Bingehîn heye û li gori xalên 97 û 96'an ên vê qanûnê delîlên şênber tune ne.    Mehmet Emîn, anî ziman ku muwekila wî Meral di 24'ê Hezîranê de dîsa hatiye hilbijartin û divê neyê darizandin. Mehmet Emîn, xwest ku darizandina Meral bê rawestandin. Heyetê jî piştî parastinê doz taloqi demek pêş kir.