‘Em ji bo azadiya wan her tiştî bikin’ 2018-10-02 09:07:06   AMED - Ece Gokdag a ku li Girtîgeha Bakirkoyê dimîne ji doza ku 3 sale tê darizandin 7 sal û 5 meh ceza girt. Xwişka wê Zehra Gokdag diyar kir ku di dosyayê de tiştekî ku delîlê sûc bê hesibandin tune ye û bang li malbatên girtiyan kirin ku ew ji bo azadiya girtiyan çi ji destên wan tê bikin.   Li girtîgehan binpêkirina mafan her diçe zêde dibe. Yek ji girtiyên ku rastî binpêkirinan tê girtiya bi navê Ece Gokdag a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dimîne ye. Ece bi surgunê ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê şandin Girtîgeha Bakirkoyê û gelek caran tevlî rûniştinên li Edliyeya Amedê nebû. Tevî 3 salan hat darizandin jî di Gulana 2018’an de ji sûcê ‘endamtiya rêxistin û kirina propagandayê’ 7 sal û 5 meh cezayê girtîgehê danê.   Xwişka Eceyê, Zehra Gokdag derbarê mijarê de axivî û wiha bang li malbatan kir: “Bila malbat mahkumê qedera xwe nebin. Ji bo azadiya wan em her tiştî bikin.”   ‘Delîl tune ye ev 3 sale di girtîgehê de ye’   Eceyê li girtîgehê rastî gelek binpêkirina mafan hat û cezayên dîsîplîn, hucre û ragihandinê lê hat birîn. Xwişka wê Zehrayê diyar kir ku xwişka wê bi awayekî dijhiqûqî tê girtin û got: “Gelek kes tevî ku di dosya wan de delîl tune ye jî tên girtin. Eceyê ev 3 sale girtiye. Ji Amedê birin Bakirkoyê. Em wek malbat dema diçin hevdîtinê em rastî nêzîkatiyên tûnd ên gardiyanan tên. Ger wisa nêzî me bibin gelo çawa nêzî girtiyan dibin. Fikarên me hene. Eceyê bûyerên din jî pir zêde nabêje. Ew nebêje jî em fêm dikin. Parêzer ji bo tahliyekirinê îtîraz kir lê îtîraz nehat qebûlkirin. Em ê niha serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin. Em dizanin ku em ê encamekê negirin lê em ê çi ji destên me bê bikin.”   Zehrayê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû malbatan kir ku ji bo girtîgehan têbikoşin û çi ji destên wan tê bikin.