Xebatkarên tendirustiyê: Em vê darizandina li dijî parastina mafê jiyanê qebûl nakin 2018-09-28 13:40:24   MÊRDÎN - Di daneşîna yekem a doza Cizîrê ya 'Korîdora Jiyanê' de 14 xebatkarên tendirustiyê ku parastin kirin, diyar kirin ku tişta wan kiriye ne sûc e û wiha gotin: "Ger ku dermankirina nexweşan suc be em vî sûcî ji her ku me sonda Hîpkrat xwariyê virde dikin."   Daneşîna 1'emîn a doza derbarê 14 xebatkarên tendirustiyê ku li navçey Cizîrê ya Şirnexê di sala 2015'an de di serdema qedexeya derketina kolanan de xwestin bikevin bajêr û derbarê wan de bi îdaya "endamtiya rêxistinê" doz li wan hatibû vekirin îro li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Bi sedan xebatkarên tendirustiyê xwestin ku dozê bişopînin, lê bi hinceta ku salon biçûk e hejmareke kêm a kesan girtin salonê.  Daneşîn ji aliyê ji aliyê Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan, nûnerên rêveberên HDP, HDK û DBP'ê ve û nûnerên gelek saziyên sivîl ve hat şopandin.    Piştî tespîtkirina nasnameyan heyeta dadgehê kurteya îdanameyê xwend û  xebatkarên tendirustiyê bi hinceta ku li taxa cûdî alîkarî dane birîndaran wekî  "Propagandayê rêxistin kirine" di îdanameyê de hatin nîşandan. Piştî sucdariyên heyeta dadgehê xebatkaran parastina xwe kir û gotin ku tişta wan kiriye ne sûc e, ji ber ku ew xebatkarên tendirustiyê ne wan peywira xwe bi cih anîne, li  vêderê pîşeyê wan tê darizandin û sûcdariyê derbarê xwe de red kirin.   Daneşîn hat taloqkirin    Piştî parastina parêzeran makamê îdayê derbarê Încîlay Erdogan û Omer Farku Eren de pirsa ku dema çûne Cizîrê lijneya hilbijartinê ya ku biryar girtiye derbarê wê de tu lêpirsîn hatiye vekirin an na kir. Li ser vê pirsê bersiva ku lêpirsîn nehatiye vekirin hat dayîn. Li ser vê heyeta dadgehê ji bo kêmasiyên di dosayê de bên temamkirin û dosya ji nû ve bê lêkolînkirin doz taloqî 26'ê kanûnê kir.