Ji rêxistinên Hiqûqê li dijî êrîşa li ser Parêzer Heval bertek 2018-09-26 16:15:51   STENBOL - Li Stenbolê 10 rêxistinên hiqûqî li dijî êrîşa bi çek a li ser Parêzer Heval Yildiz Karasu daxuyanî dan û bertek nîşanî êrîşê kirin.    Koma Parêzerên Hemdem, Parêzerên Demokrat ên Azadîxwaz, Parêzerên Beşdarvan, Komeleya Hemdem a bi KHK’ê hat girtin, Hiqûqnasên Ji bo Demokrasiyê, Komeleya Helwest Çep a Hiqîqî, Komeleya Hiqûqnasên Kartal, Hiqûqa Civakî, Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz û Hiqûqnasên Civakî derbarê êrîşa bi çek a li ser buroya hempişeya xwe Parêzer Heval Yildiz Karasu ya li Eskîşehîrê hat kirin de daxuyaniyek nivîskî weşandin.    Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: “Di hin sîteyên înternetên komên nijatpereste, hevalên me hedef tên nîşandan. Piştî van hedefan, buroya hevala me ya parêzer Yildiz rastî êrîşa bi çek hat. Ev êrîş, êrîşên hevkarên desthilatdariya siyasî û hêzên tarî yên veşartîne. Divê Wezareta Karê Hûndir, Walîtiya Eskîşehîrê û Serdozgeriya Eskîşehîrê vê êrîşa tarî demildest di lêpirsînê re derbas bike û faîlan derbixwe pêşberî darazê.”