Ji bo bersûcê êrîşa zayendî kir 90 sal ceza hat xwestin 2018-09-26 14:13:52   ANTALYA - Li ser giliyê zaroka ku li navçeya Kepezê ji aliyê bavê xwe ve bi êrîşa zayendî re rûbirû ma derbarê mêrê ku hatgirtin de 90 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.   Li navçey Kepez ya Antalyayê sala buhirî di meha kanûnê de jinek ku ji aliyê bavê xwe yê bi navê A.O. ve bi êrîşa zayendî re rûbrû mabû gilî kir û got ku ew bi êrîşa zayendî re rûbirû maye. Jinan ku piştî 18 salî bû li bavê xwe gilî kir, diyar kir ku ew di navbera sala 2013'an û 2017'an de ji aliyê bavê xwe ve bi awayê sîtematîk bi êrîşa zayendî re rûbirû maye.   A.O., yê ku piştî lê gilî hat kirin hat binçavkirin derxistin dadgehê û piştre jî hat girtin. A.O. di îfadeya ku li dozgeriyê da de sûcê xwe înkar kir lê derket holê ku vî kesî li gelek jinan jî fuhuş ferz kiriye.   Bi 90 sla ceza tê darizandin   Daneşîna 1'emîn a doza  A.O. li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Antalyayê  hat dîtin. Di daneşînê de parêzerên jinêna mexdûr û yên aliyê din amade bûn. Di daneşînê de dozger xwest ku A.O. yê 'zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû hişt', 'bi darê zorê ew ji azadiya wê bêpar hiştiye' bi 90 sal cezayê girtîgehê bê darizandin.    Heyeta dadgehê ji bo ku, kêmaniyên di dozê de bên temamkirin doz taloqî demên pêş kir.