Sara Kaya nehat tahliye kirin: Doz taloqî 5‘ê Cotmehê hat kirin 2018-09-21 17:46:34   MÊRDÎN - 7’emîn rûniştina doza hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ku tê darizandin îro hat dîtin. Doza Sara Kaya taloqî 5’ê Cotmehê hat kirin. Di dozê de parêzerên ku parastin kirin, anîn ziman ku hemû delîlên di dosyayê de hene ji aliyê Amîrê Şaxa TEM’ê yê wê demê Unal Yara ve hatine amadekirin.   7'emîn rûniştina doza hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ku di 13’ê Çileyê de li Nisêbînê di serdegirtina malan de hat binçavkirin û 14 roj şûnde hat girtin, li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat dîtin. Sara bi îdiaya ‘yekîtiya dewletê xera kiriye’ bi cezayê ‘muebeta giran tê darizandin. Sara Kaya li Girtîgeha Tîpa T’ya Wanê bi SEGBÎS’ê tevlî dozê bû. Parlementerên HDP yên Mêrdînê Ebru Gunay û Tuma Çelîk, Hevserok û rêvebirên HDP û DBP'ê yên navend û navçeyên Mêrdînê, parêzer û  malbata Sara tevlî dozê bûn.    Piştî tespîtkirina nasnameyan doz hat destpêkirin û îdianame hat xwendin.  Parêzerê Sara, Kamuran Tanhan ji ber gûherandina dozger axaftina xwe ya di daneşîna berê de dubare kir. Kamuran, anî ziman ku ji be rsara karker gitine kar sûcdar tê dîtin û wiha got: “Em belgeya 165 kesan ji we re pêşkêş dikin. Piraniya kedkaran di sala 1990’î de ketine kar. Di sala 2014’an de tu kedkar ji bo kar nehatine girtin. Ev gitek hemû tesbîtkirî ne. Muwekîla min ji ber çi tê sûcdarkirin em nizanin.”   ‘Nameya ku delîl tê peşkeşkirin Midur amade kiriye’   Kamuran, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ji 9 şahidan 6 kesan di bin zextan de îfade daye û di dirêjiya axaftina xwe de bi lêv kir ku şahidên din di îfadeya xwe de anîne ziman ku tu tişt tune ye, lê piştî îdaname hatiye amadekirin, di îdînameyê de kurteya îfadeya wan cih giritye û wiha pêl da axaftina xwe: “Dema qedexeya Nisêbînê li gor îdîayan nameyek hatiye girtin û muwekîla min bi vê tê sûcdarkirin. Beriya ku name ji şîşeya pet bê derxistin polîs dibêje ‘Fermandariya Eyaleta Mêrdînê’. Tê gotin ku li gor usila bazbendan(kolluk) şîşe hatiye vekirin. Ev jî diyar dike ku çawa ev delîl hatine amadekirin. Nêzî sal û nîveke şîşeya ku devê wê vekiriye di şert û mercên Nisêbînê de toz negirtiye. Lewra jî gellek vekiriye ku ev name ji aliyê kê ve hatiye nivîsandin. Ev kes jî Unal Uyar e. Midurê Şaxa TEM’ê ye.  Derbarê Unal Uyar de ji aliyê Serokdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve di Adara 2018’an de ji ber îşkence, delîl çêkirin, muameleyên xirap, şantaj û ruşvetê lêpirsîn hatiye vekirin. Dosya niha veşarî ye. Yanî hemû delîl li dijî usilê hatine avakirin.” Piştî parastinê xwest ku muwekîla wî bê tehliyekirin.    ‘Wê demê bila weymadem jî bê li vir’   Piştre Sara xwest parastina xwe bike, lê serokê dadgehê mudaxele kir û nehişt ku Sara parastina xwe dirêj bike. Ji ber vê di navbera Sara û serokê dadgehê de niqaş derket. Lê sara bêyî ku guh bide serokê dadgehê parastina xwe berdewam kir. Sar anî ziman wan bi qeymeqam û Kizilayê re ji bo Sûriyeyê alîkariya mirovî kirine lê ev jî wekî delîlê sûc di îdanameya wê de cih diger û wiha parastina xwe berdewam kir: “Wê demê bila Qeymaqem jî bê darizandin. Çima qeymeqam li derve ye. Ez serbest berdana xwe dixwazim.”   Sara nehat tahliye kirin   Dadgehê piştî naveberê biryara xwe aşkera kir. Heyeta dadgehê got ku dosyaya Sara Kayay ya ku li dadgeha bilind e bila  bê lipirsînkirin û biryar da ku girtina sara bê berdewamkirin û doz taloqî 5'ê cotmehê kir.