Parêzer Perîhan Kayadelen: Tirkiye ji dewleta hiqûqê dur dikeve 2018-09-20 10:09:55   ÎZMÎR- Parêzer Perîhan Kayadelen, diyar kir ku êrîşên li hemberî hiqûqnasan û girtina wan bi armanca ku gel bê parastin bihêlin tên kirin û wiha got: “Em her diçin ji dewleta hiqûqê dur dikevin.”   Parêzerên endam û rêveberên Buroya Hiqûqê ya Gel û Komeleya Hiqûqnasên Hevdem yên bi KHK’ê hatin girtin ku ji doza dihatin darizandin hatibûn tahliyekirin li ser îtîraza dozger dîsa hatin girtin. Li ser vê di serî de hiqûqnasan hemû raya giştî bertek nîşan dan. Namzeta Lijneya Rêveberiya Koma Parêzerên Hevdem ya Baroya Îzmîrê parêzer Perîhan Kayadelen bi lêv kir ku dewlet beyî parastin bi qasî ku hukum bide bêhiqûq bûye û got biryara der barê hevalên wê de hatiye dayîn, bi armanca ku gel bê parêzer bê hiştin hatiye kirin.   Perîhanê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku guherînên di qanûn û pergala hiqûqê de hatine kirin, bi armanca ku darizandinek bê parêzer bê kirin hatiye pêkanîn û wiha pê de çû: “Êdî dema hukum bê aşkerakirin beyî parêzer, dikare li gumanbaran ceza bê birîn. Tevî ku pêvajoya binçavkirinan 3 roj e derketiye 12 rojan. Ev li dijî destura bingehîn e.”   ‘Em hatine nokteyek pir xerab’   Perîhanê daxuyakirin ku 17 parêzerên ku ev salek bû girtîbûn ewil hatine berdan û rojek şûnde ji nû ve hatine girtin. Perîhanê diyar kirku bi îşkenceyê binçavkirina parêzeran tabloyek reş e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di pêvajoya dawî de ji xwe em vê dizanin. Lê heman dadgehê di 24 saetan de beyî hincet ji biryara xwe vegeriya ye. Ev jî nîşan dide ku Tirkiye hatiye nokteyek gelek xerab. Parêzerên ÇHD’ê wek dozên Soma û Ermenekê wê her tim li cem gel bin. Niha hevalên me li derve bûna, wê ligel berxwedêrên Balafirgehê bûna. Emê piştevaniya xwe her tim bilind bikin.”