‘STE dixwaze dosya Berkîn ji ser xwe bavêje’ 2018-09-20 09:48:54   STENBOL- Yek ji parêzerên doza Berkîn Elvan Çîgdem Akbulut diyar kir ku STE bi hinceta dîmen xerabin hewl dide doza Berkîn ji ser xwe bavêje û daxwaz kir ku divê di runiştina din de tevlîbûn zêdetir be.   Berkîn Elvan di dema çalakiyên Geziyê de li Okmeydani ya Stenbolê guleya gazê ya polîs avêt li serî wî ket û 269 rojan di komayê de ma û piştre jiyana xwe ji dest da. Piştî vê doz hat vekirin û runiştina 8’emîn hat dîtin. Di runiştinê de parêzeran diyar kir ku polîsê li Berkîn xistiye ji sedî 75 polîs Fatîh Dalgali ye û daxwaza girtina wî kirin. Lê heyeta dadgehê girtina Fatîh red kir û doz taloqî 28’ê Mijdarê kir. Yek ji parêzerên Berkîn ku pêvajoya darizandinê şopandiye Çîdem Akbulut axivî.   ‘Em ji bo hemû zarokên hatine kuştin li virin’   Çîgdemê bertek nîşanê taloqkirina dozê da û wiha got: “Em dizanin ku kujerên Berkîn nayên girtin. Li welat polîkaya necezakirinê heye. Kujerên zarokên din jî nehatin darizandin. Divê em hemû armanc bikin ku kujer bên darizandin. Em ji bo hemû zarokên hatine qetilkirin li virin. Emê di 28’ê Mijdarê de li wir bin. Divê em vê carê zêdetir qerebalix bin. Saziya Tipa Edlî (STE) bi hinceta ku dîmen xerabin hewl dide dosyayê ji ser xwe bavêje.”