'Nêzî 750 zarok bi dayikên xwe re li girtîgehan dimînin' 2018-09-19 09:14:05   Dîlan Babat   ENQERE - Li gorî hejmarên ne fermî nêzî 750 zarok bi dayikên xwe re li girtîgehan e. Parêzer Salîha Şahîn got: “Girtîgeh ji bo mirovên mezin cihên zehmetin. Bi taybet di demên dawî de pisgirêkên mezin tên jiyîn û girtîgeh bandorê li ser tenduristiya rih û bedena zarokan dikin. Ev zarok li gorî hevtemenê xwe dema derdikevin 1-0 şûnde dest bi jiyanê dikin.”   Li gorî daneyên Komeleya MafêN Mirovan (ÎHD) 128 zarokên yek salî, 114 zarokên du salî, 81 zarokên 3 salî, 40 zarokên 4 salî, 31 zarokên 5 salî, 6 zarokên 6 salî û 17 zarokên temenê wan nayê zanîn bi dayikên xwe re li girtîgehan e. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Enqereyê parêzer Salîha Şahîn diyar kir ku li gorî daneyên ne fermî 750 zarok bi dayikên xwe re li girtîgehan dimînin û rewşa van zarokan nirxand.   ‘Zarok di rewşek zehmet de dijîn’   Salîhayê diyar kir ku di demên dawî de gelek kes hatine girtin û bi vê re hejmara zarokên li girtîgehê jî zêde bûne û ev rewş jî bandorê li ser faliyetên jiyanî yên zarokan dikin û wiha got: “Ev rewş ji bo mezinbûna zarokan gelek bi pirsgirêk e. Girtîgeh ji bo mezinan zehmet in. Ji bo tenduristiya rih û bedena zarokan zêdetir bandorek neyînî dike. Zarokên bi dayika xwe re li girtîgeha dimînin li gorî zarokên din 1-0 dest bi jiyanê dikin.”   ‘Divê ji bo fêdeya zarokan dayik bên berdan’   Salîhayê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Hîna cezayê kesan nehatiye teqezkirin, bi mantika cezakirinê tevdigerin. Ji bo fêdeya zarokan divê dayik bên tahliyekirin. Her wiha ji heman malbatê dê û bavê di girtîgehê de hene û ji ber vê zarokên li derve manej î hene. Rewşa zarokên hem li hundir hem li derve, gelek zehmete û ev jî binpêkirineke cidî nîşan dide. Ji ber girtîgeh ne paqijin bandorek mezin li ser jiyana zarokan dibe. Li girtîgehan qadên lîstikê tune.”   ‘Bi dayikan re zarok jî tên cezakirin’   Salîhayê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser rewaşa zarokên li girtîgehê û got roj bi roj rewşa wan xerab dibe û got: “Di şertên girtîgehê de zarok mezind ibin. Qe nebe divê dayikên wan bi ‘berdana bi kontrol’ bên berdan. Zarokên nexweş hene. Divê di girtîgehê de nemînin. Cezayên dayikan yên teqez bibin hebin jî, wezareta dadê dikare înfaz bike. Lê dema em dinêrin zarok jî bi dayikan re tên cezakirin.”