Li akademîsyen Çîgdem Kafesçîoglu salek û 3 meh ceza birîn 2018-09-18 16:18:41   STENBOL - Heyeta dadgehê di danişîna doza Akademîsyenên Aştiyê Prof. Dr. N.N. û Doç. Dr. Çîgdem Kafesçioglu de ji bo her yekê/î Salek û 3 meh ceza birî. Heyetê der barê Hanîfî Bariş ku ji 4'ê Tîrmehê de girtî ye jî biryara tahliyê da.    Akademîsyenên Aştiyê ku danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kirin û doz li wan hat vekirin derketin pêş dadgehê. 17 akademîsyenên aştiyê li 5 dadgehên cuda derketin pêşberi dadger. Danişîna daza Akademîsyen Hanifî Bariş ku ji 4'ê tîrmeha 2018’an heta niha girtî ye, Prof. Dr. N.N. û Doç. Dr. Çîgdem Kafesçioglu hat dîtin. Li 28'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê piştî doza Alk. Doç. Bulent Kuçuk û Dr. Gaye Yilmaz hat dîtin, danişîna Prof. Dr. N.N. Doç. Dr. Çiğdem Kafesçioglu hatin ditin. Her çend Akademîsyenan diyar kirin ku wan aştî xwestiye û mafê xwe yê azadiya ramanê parastine jî dîsa dadgehê ji bo her kesekî/ê 1 Sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî. Heyetê piştî ceza birî, cezayê wan taloq kir.