Li mêrê ku Gamze Îlhan qetil kir cezayê muebetê hat birîn 2018-09-12 12:37:27   EDENE - Soner Uçku sala borî Gamze Îlhan a ku bi mahra melê pê re zewicîbû qetil kir û kesek jî birîndar kiribû. Li Soner cezayê muebetê hat birîn.    Soner Uçku sala borî Gamze Îlhan a ku bi mahra melê pê re zewicîbû qetil kir û kesek jî birîndar kiribû. Li Soner cezayê muebetê hat birîn. Soner ji Girtîgeha Girtî ya Tipa L a Alanyayê bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştina biryarê ya li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê bû. Bavê Gamzeya ku hat qetilkirin, Tevfik Îlhan û parêzerê bersûc jî beşdarî rûniştinê bûn. Soner Uçku idia kir ku ew ê hinek delîlan kom bike. Loma ji dadgehê dem xwest.    Piştre bavê Gamzeyê, Tevfik Îlhan axivî û got ku ew ji bersûc bi gilî ye û xwest ku ew cezayê herî giran bigire.    Dadgehê xwesteka Soner Uçku red kir.    Dadgehê Sonerê ku Gamzeyê qetil kir mahkûmî cezayê muebetê yê girtîgehê kir. Heyetê cezayê Soner danexist. Her wiha heyetê ji ber ku Soner E.U jî birîndar kiriye 9 meh cezayê din jî lê birî.