Jinên rojnameger: Sekna me tê darizandin 2018-09-11 11:10:38   STENBOL - Hempîşeyên Xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ên girtî Hîcran Urun, Reyhan Hacioglu û Pinar Tarlak ku ji bo daneşîna wan a wê sibe bê dîtin banga tevlibûnê kirin, diyarkirin ku êrîş li rojnamegerên jin wekî  tundî tê vegerandin û ev tişt gotin: "Sekna jinên rojnameger tê darizandin. Em ê di 12'ê Îlonê de teqez hevalên xwe ji girtîgehê derxînin."   Jinên rojnameger bal kişandin ser tundiya li  ser xebatkarên jin ên çapemeniya azad û xwestin ku edîtorên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî, Hîcran Urun, Reyhan Hacioglu û Pinar Tarlak ên ku dê sibe cara yekê derkevin pêşberî darazê bên berdan. Herwiha rojnamegeran banga tevlibûna daneşînê jî kir.   Xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve qeyûm tayînî wê hat kirin û piştre jî bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) hat gitin 6 jê girtî bi giştî 14 kes, wê cara yekê di 12'ê Îlonê sibe derkevin pêşberî darazê.  Hevalên edîtorên rojnameyê Hîcran Urun, Reyhan Hacioglu û xebatkara rojnameyê Pinar Tarlak ku ew ê piştî 5 mehan li 23'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bên darizandin banga tevlibûna daneşînê kirin.   'Êrîş wekî tundî li jinan tê vegerandin'   Ji xebatkarên Rojnameya Yolculuk Buse Sogut diyar kir ku bi KHK'ê di dema OHAL'ê de hatin derxistin gelek rojname hatin girtin, alavên wan hatin desteserkirin û ya herî girîng jî ew bû ku gelek rojnameger di şevekê de bê kar hatin hiştin û hatin girtin.  Bu se diyar kir ku ew ê di 12'ê Îlonê de doza hempîşeyên wan ên ku xebatkarên Ozgulukçu Demokrasiyê ne bê dîtin, êrîş wekî tundî li rojnamegeran tên vegerandin û banga tevlibûna daneşînê kir.  Buse wiha berdewam kir: "Em ê di 12'ê Îlonê de hevalên xwe ji girtîgehê derxînin .Divê hemû xebatkarên çapemeniya azad û bi taybetî jî jinên rojnameger hestiyar tevgerin di vê mijarê de."   'Ew ê dîsa rojnamegerî bê darizandin'   Rojnamger Nucan Baysal jî diyar kir ku bi qedandina betlana sala edlî re darizandina rojnamegeran hat destpêkirin û wiha got: "Roja duşema borî daneşîna doza edîtorên  ETHA'yê  Pinar Gayîp û Semîha Şahîn hebû, lê mihxabin nehatin tehliyekirin.  Roja çarşemê jî doza xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasî ku Reyhan Hacioglu, Hîcran Urun û Pinar Tarlak jî di nav de 6 jê girtî ew ê 14 kes jê bên darizandin bê dîtin .Ew ê rojnamegerî dîsa bê darizandin."   Sûc ne yê nûçeyên rojnamgeran yê pêkanînên îktîdarê ye'   Ji Konfederasyona Sendîkaya  Kedkarên Şoreşger (DÎSK) Basin Îş'jî rojnameger Aylîn Kaplan diyar kir ku rojnameger ji ber nûçeyên çêdikin tên girtin û suc ne yê ronamegeran yê îktîdara heyî û pêkanînên wê ne.   'Her roj rojnamegerek tê darizandin'   JiSendîkaya Rojnamegerên Tirkiye (TGS) û Komîsyaona LGBTÎ'yan  Gulsem Karataş, bal kişand ser hejmara rojnamegerên girtî  û wiha got: " Her roj  bi kêmanî rojnamegerek tê girtin û em naxwazin ku her roj bi taqîbkirina dozên wan mesayiya xwe biqedînin. Em dixwazin ji bo Tirkiyeyek demokratîk û aştîxwaz bixebitin."   'Dîwarên gitîgehê nikare jinan bêdeng bike'   Rojnamgera Mujgan Halîs jî diayr kir ku di medya tirk de jinbûn zahmet e û wiha dirêjî da axafitna xwe: "Rojnamgerên jin hem di nava civakê de û hem jî di nava saziyan de têkoşîna li dijî zayenparêziyê didin.  Çapemenya azad cihê ku herî zêde berxwedana jinê tê de bi ser ketiye ye. Ji ber wê ez dixwazim ku Reyhan, Hîcran û Pinar demildet bên erdan."   'Hevalên me bi îdanameyên vala tên darizandin'   Rojnameger Bengî Su Komircî jî bertek nîşanî gitina rojnamegeran da û ev tişt got; " Dema ku em bûn rojnameger, me mîrasa çapemeniya azad dewer girt û dest bi xebatê kir. Hemû îdaname vala ne û rayedarna li gor xwe dagitine. Em ê berxwedana xwe ya ku em dibêjin rojnamegerî ne suc e berdewam bikin."    'Sekna rojnamegerên jin tê darizandin'   Ji muhabîrên Evrenselê Eylem Nazlier jî diyar kir ku divê rojnameger demildest bên berdan  û wiha dirêjî da axafitna xwe: "Li vî welatî bedela nivîsandina rastiyan giran e. Lê   Hevalên me yên ku tên darizndin pêşengên rojnamegerên ku rastî dinivîsandin bûn.  Tenê ne berxwedêrên têkoşîna azadiya jinê bûn ew di heman demê de li dijî pêkanînên îktîdarê jî têkoşiyan û îro sekna van rojnamegerên berxwedêr tê dariznadin.  Pirsgirêk tenê ne ya Reyhan, Hîcran û Pinarê ye. Îro ew sibe em in. Îktîdar naxwaze ku rastî ji civakê re bên ragihandin. Em dixwazin ku ev gitinên kêfî bên rawestandin."