Doza xebatkarên ETHA'yê hat taloqkirin 2018-09-10 14:12:47   STENBOL - Di doza Xebatkarên ETHA'yê de ku ji dîtorên ETHA'yê Pinar Gayîp û Semîha Şahîn jî di nav de hene ya 4 kesên gitî cara yekê derketin pêşberî dadger. Heyeta dadgehê, derbarê her 4 girtiyan de jî biryar da ku darizandina wan girtîgî berdewam bike û doz taloq kir.   Berî bi 5 mehan 4 kesên ku di nav wan de Edîtorên Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)  Pinar Gayîp û Semîha Şahîn jî hebûn hatin binçavkirin û piştre jî hatin girtin, daneşîna doza wan li Edliyeya Stenbolê li 23'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Daneşîn ji aliyê gelek rojnamger û rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî ve jî hat şopandin.    Piştî ku Gulseren Îmer û Semîha Şahîn parastina xwe kirin, piştre Pinar Gayîp parasxtin kir. Pinar di parastina xwe de wiha got: "Ez dixwazim ku bi danesîna rojnamegeriyê dest bi axaftina xwe bikim. Ji hemê rojnamegerên ku piştgirî dan me re spas dikim. Rojnamgerî ew e ku tu rastiya serdestên dixwazin ji bo îktîdara xwe mayînde bikin vedişêrin derxînî holê û aşkera bikî. Armanca rojnameger ew ê ku çi dibe bila bibe van rastiyan ji gel re ragihîne ye."   Piştî parasstina parêzeran dozger bi daxwaza berdewamiya girtinê mutala da. Piştî ku navber hat dayîn heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir û biryar da ku her 4 girtî jî rewşa wan a girtî berdewam bike. Doz taloqî 5'ê Çileyê hat kirin.