Rojnameger Pinar Gayîp: Ez bê berdan ez ê dîsa li pey nûçeyan baz bidim 2018-09-08 09:14:31   STENBOL - Edîtora ETHA’yê Pinar Gayîp a ev 4 mehe li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtiye, diyar kir ku ji bo rojnameger ne li girtîgehê li kolanan bin divê piştevaniyek xurt hebe û got ew bê berdan wê dîsa li pey nûçeyan bibeze.   Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Pinar Gayîp di meha Nîsanê de bi ser mala wê de hat girtin û hat girtin, birin Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan. Rûniştina doza Pinarê di 10’ê îlonê de li 23’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê wê bê dîtin. Beriya rûniştinê Pinarê nameyek ji ajansa me re şand û banga tevlîbûna dozê li rayagiştî kir.   Pinarê destnîşan kir ku li her derê cîhanê ya ewil jê tê xwestin bêdeng bibe çapemenî ye û got ji rojên ewil ên pîşeya xwe heta niha serdest ji wan re dibêjin sê meymunan bilîzin an jî bedela wê bidin. Pinarê bi lêv kir ku ji 150’yî zêdetir rojnameger ji ber nûçeyên çê dikin hatine girtin û wiha got: “Ev di esasê de aliyê tê dîtinê ye. Ya rast ev e ku ji ber em rastiyan tînin ziman em tên girtin. Yanî bi kurtasî ev bedela berdewamkirina kevneşopiya çapemeniya azad a me ji Musa Anter, Metîn Goktepe û Hrant Dînk dewir girtiye, didin.”   ‘Serê sibehan ezman pir xweşik e’   Pinarê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew hewl didin rojevê ji rojname û televîzyonê bişopînin û ya girîng jî ev e ku nirxandina dema li girtîgehê ye û got ew zêdetir pirtûkan dixwîne û werzîşê dike. Her wiha Pinarê bi gotina ‘Hûn dizanin sibehan ezman pir xweşik e’ bang kir û got stranên li hewşa girtîgehê tên gotin û dengê çûkan pir cuda ne.”   Pinarê anî ziman ku hinek dem di alî hestiyariyê de pir kûr in û wiha pê de çû: “Mînak êrîşa li hemberî Dayikên Şemiyê ya di hefteya 700’î de pir giran bû. Fikra ‘xwezî niha li wir bûma’ û bi vê re avêtina voltayê pir giran bû.”   Pinarê balkişand ser girîngiya piştevaniya bi rojnamegerên girtî re û wiha dawî lê anî: “Min pir name girtin. Bi taybet nameyên ji rojnamegeran tên min kêfxweş dike. Piştevaniya wan pir girîng e. Zextên li ser çapemeniyê pir zêde bûne. Cihê rojnameger ne girtîgeh e. Kolan in. Ev jî bi saya piştevaniyê pêkan e. Ger ez bêm berdan ez ê dîsa li pey nûçeyan bibezim.”