Biryara îptalkirina pasaportên rojnamegeran hat hat rakirin 2018-09-07 12:01:10   STENBOL - Doza ' çapemeniyê ya KCK' ku 46 kes jê dihatin darizandin taloqî 11'ê çileya 2019'an hat kirin. Biryara îptalkirina pasaportên rojnamegeran jî hat rakirin.   Daneşîna 15'emîn a doza ku wekî "Doza Çapemeniyê ya KCDK'ê"  tê zanî û 46 rojnamegerên kurd jê tên darizandin li  li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a li Çaglayanê hat dîtin. Di daneşîna hat kirin de Hamza Surmelî, Guneş Unsal û parêzerên hemû rojnamegeran amade bûn. Di daneşîna ku heyta dadgehê hatibû guhertin, serokê dadgehê diyar kir ku rojnamgerên pasaportên wan hatin îptalkirin ew ê dîsa ji wan re bên îdadekiirin.   Heyeta dadgehê, ji bo ku dozger mutalayê amade bike doz taloqî 11'ê Çileya 2019'an kir.   Derbarê dozê de   Ji rojnamegerên ku di encma operasyonên  20'ê kanûna 2011'an li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê, Rojnameya Ozgur Gundem, Azdiya Welat, Demokratîk Modernîte û şîrketa belavkariyê ya Firatê hatin kirin de 46 rojnameger hatibûn binçavkirin û ji wan 32 kes di 24'ê kanûnê de hatibûn girtin.   Ji 32 kesên ku hatin girtin di 27'ê Adara 2014'an de Mazlum Ozdemîr, Şeyhmus Fîdan, Huseyîn Denîz, Nevîn Erdemîr, Semîha Alankuş, Kenan Kirkaya, M.Emîn Yildirim û Haydar Tekîn dema wan a gitinê û rewşa wan a delîlan li ber çav hat girtin  serbest hatibûn berdan.  Ji van derbarê Ramazan Pekgo, Yuksel Genç û Davut Uçar de jî biryara tahliyekirinê hatibû dayîn.   Li gel ku hemû rojnameger serbest hatin berdan jî, rojnameger Mîkaîl Barut bi hinceta ji dozekedin hukumxwar e nehat berdan.