Ji bersûcê îstismara zayendî re 26 sal ceza tê xwestin 2018-08-23 10:42:26   STENBOL - Mêrê bi navê M.U yê ku li dibistanek seretayî ya li Kadikoyê mamoste bû û niha girtiye ji ber ku xwendekara xwe bi îstismara zayendî rû bi rû hişt, derbarê wî de bi xwestina cezayê heta 26 salan, doz hat vekirin.    Mêrê bi navê M.U yê ku li dibistanek seretayî ya li Kadikoya Stenbolê mamoste bû û niha girtî ye xwendekara xwe bi îstismara zayendî rû bi rû hişt. Xwendakar îstismara zayendî ji hevalên xwe re got, hevalên xwendekar jî ji mamosteyên din re got û bi vî awayî ev bûyer derket holê. Piştî ku bûyer derket holê rêveberiya dibistanê malbata xwendekar agahdar kir. Malbatê gilî kir û doz hat destpêkirin. M.U yê ku hat binçavkirin tevî ku sûcdariyên derbarê wî de red kir jî, hat girtin.    Di encama lêpirsînê de Serdozgeriya Komara Anadoliyê ya Stenbolê derbarê M.U de bi hinceta sûcdariyên 'Îstismara zayendî ya zarok', 'Teşwîqkirina xwendin û temaşekirina weşanên mustehcen' heta 26 sala cezayê girtîgehê doz li dadgeha cezayê giran vekir.