Ji bo Muhammed ê li Cizîrê jiyana xwe ji dest da serî li DDB’ê dan 2018-08-23 09:08:57   ŞIRNEX - Di 4-12’ê Îlona 2015’an de li Cizîrê di qexedeya derketina derve ya hat îlankirin de Muhammed Tahîr Yaramiş ê 35 rojî jiyana xwe ji dest da û di çarçoveya lêpirsîna hatibû destpêkirin de biryara ‘hewce bi lêkolînê tune ye’ hat dayîn û piştî vê serî li DDB’ê hat dayîn.   Di 4-12’ê Îlona 2015’an de li Cizîra Şirnexê di qexedeya derketina derve ya hat îlankirin de Muhammed Tahîr Yaramiş ê 35 rojî jiyana xwe ji dest da û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê biryara ‘hewce bi lêkolînê tune ye’ da û dosya hatibû girtin. Parêzeran îtîrazî biryarê kirin û dîsa hat redkirin. Li ser vê yekê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan.   Di rapora otopsiya ku ji aliyê Saziya Tipa Edlî ve hatiye amadekirin de hat destnîşan kirin ku di qedexeyê de di teqîna li nêzî mala wan pêk hatiye de, Muhammed ji hembêza dayika xwe Sosin Yaramiş ketiye, xwîn çûye ser mêjiyê wî û jiyana xwe ji dest daye.   Dozgeriyê yekane gumanbar dayik dît   Dozgeriyê di lêpirsîna xwe de destnîşan kir ku dayik Sosin Yaramiş ji ber dengê teqîn û çekên li derve hatiye jiyîn ketiye fikaran, tirsyaye û pitik ji hembêza xwe xistiye. Dozgeriyê daxuyakirin ku di mirina pitikê de qisûra asta teqsîrê ya dayikê tune ye.   Hinceta neşopandinê: Pevçûnên hatine jiyîn   Dozgeriyê bi lêv kir ku dayik di mirina zaroka xwe de êşek mezin jiyaye û wiha pê de çû: “Ji bo zêdetir mexdûr nebe pêşî lê hatiye girtin û ji bo kesên di vê rewşê de ceza nayê dayîn û hemû li ber çavan hatiye dîtin û divê di asta teqsîrê de qisûr bi gumanbar re neyê dîtin.” Dozgeriyê îdia kir ku ji ber pevçûnên hatine jiyîn jî ambulans neçûye cihê bûyerê û biryara neşopandinê da.   Cenaze du rojan li taxê hat hiştin   Di qedexeya derketina derve ya 8 rojan li Cizîrê hat îlankirin de Selman Agar (10), Saît Cagdavul (19), Osman Çagli (18), Cemile Çagirga (13), Ozgur Taşkin (20), Meryem Sune (53), Maşallah Edîn (35), Zeynep Taşkin (18), Bunyamîn Îrcî (15), Saît Nayci (17), Mehmet Erdogan (75), Eşref Erdîn (60), Şahîn Açik (75), Muhammed Tahir Yaramuş (35 rojî), Mehmet Emin Levent (21) û Suphî Saral (50) jiyana xwe ji dest dan.   Di seranserê qedexeyê de destûr nehatibû dayin ku cenaze bê definkirin. Cenazeyê Muhammed du rojan li mizgeftê hat sekinandin û piştre bi hewldana parlamenterên HDP’ê ji mizgeftê hatin girtin û teslîmî ambulansê hatibû kirin.