Doza mêrê li dijî 35 zarokan êrîşa zayendî pêk anî hat taloqkirin 2018-08-14 13:49:12     MÊRDÎN - Daneşîna doza mêrê bi navê M.Ş.Y. ê ku li dijî 35 zarokên xwendevan li gundê Kevirşîn ê Dêrikê êrîşa zayendî pêk anî hat dîtin. Di daneşînê de malbatên mexdûran ku hatin tehdîtkirin îfadeyên xwe paşve kişandin û doz taloqî  6’ê mijdarê hat kirin.     Daneşîna 1'emîn a doza Mêrê bi navê M.Ş.Y. ku sala borî di meha Adarê de li gundê Kevirşîn ê Dêrikê,  li dibistana Seretayî ya Goktaş karê paqijiyê dikir li dijî xwendevanên temenê wan di navbera 6 û 12 salan  de diguherî êrîşa zayendî pêk anî ku ji dozê girtî tê darizandin li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin.  Di daneşîna ku hat kirin de bersûcê  êrîşa zayendîî, malbata wî  û parêzer tevli bûn. Lê bêyî sedemeke bê nîşandan destûr nehat dayîn ku tu rojnameger bikevin salonê û dozê bişopînin.    Doz hat taloqkirin   Doz piştî tepîtkirina nasnameyan hat destpêkirin. Piştî tespîta nasnameyan bersûc û parêzeran parastin kir. Piştre dadgehê biryar aşkera kir, xwest ku girtina bersûc berdewam bike  û doz taloqî 6'ê mijdarê kir.     Di heman demê de hat diyarkirin ku  ji bilî malbatekê  hemû malbatên din îfadeyên xwe paşve kişandine. Parêzeran anî ziman ku sedema paşvekişandina îfadeyê ya malbatan ji ber mamoste û qereqolê berê malbatan dane cihekî din ev rewş qewimiye.