Nurhayat Altun wê di 15'ê Tebaxê de derkeve pêşberî dadger 2018-08-12 10:57:16   DERSIM - Wê danişîna doza Hevşaredara Dersimê ya girtî Nûrhayat Altûn ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin di 15'ê Tebaxê de pêk bê.    Hevşaredara Dersimê Nûrhayat Altûn ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, di 16'ê Mijdara 2016'an de bi hinceta "rêveberiya rêxistinê" hat girtin û niha di Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandira ya Kocaeliyê de ye û wê danişîna doza wê ya 7'an di 15'ê Tebaxê de li 1'emîn dadgeha Cezayê Giran a Dersimê bê dîtin.    Nurhayat ji ber daxuyaniyên çapemeniyê, meş, merasîmên cenaze, serdana goristanan, fealiyetên KCD'ê û guhdarîkirinên telefonan ên di navbera 2012-2016'an de tê twanbarkirin û tê xwestin ku 22 sal ceza lê bê birîn.