Li Rojnameger Hulya Emeç 6 meh ceza hat birîn 2018-08-06 13:14:50   WAN - Rojnameger Hulya Emeç ku ji ber nûçeyek ku çêkiribû derbarê wê û çavkaniya wê de ji Xala 301 a TCK’ê doz hatibû vekirin, 6 meh ceza li wê û çavkaniya wê hat birîn.    Di 2014’an de li navçeya Westan a Wanê polîsan 3 caran li ser hev bi ser mala Şefîk Tûnûç (48) de girtibûn. Ji ber vê yekê Tûnûç krîza dil derbas kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûn de (KHK) hatibû girtin Hulya Emeç vê rewşê kiribû nûçe. Ji ber vê yekê ji Xala 301 a TCK’ê doz li rojnameger Emeç, hevjîna Tûnûç Hafîze Tûnûç, Serokê Lîjneya Rêveberiya Ajansê Zekeriya Guzupek, Midûra Berpirsyarê Karên Nivîsê Dîcle Muftuoglu û Şefê Buroya Wan ê Ajansê Ferhat Çelîk hatibû vekirin.   Rûniştana biryara dozê li Dadgeha Adliyeya Ceza ya Westanê hat dîtin.  Rojnamegerên nav borî beşdarî rûniştinê nebûn. Dadgehê bi hinceta ku sernavê nûçeyê “Dilê wî li ber çeka polîs di serdegirtina malê de dirêj kirê neda” teşkîtata emniyetê biçûk xistiye 6 meh ceza li Emeç û hevjîna Tûnûç Hafîze Tûnûç birî. Lê biryara aşkerakirina hikm taloq kir.    Derbarê rojnameger Zekeriya Guzupek, Dîcle Muftuoglu ve Ferhat Çelîk de jî biryara beratê da.