Kujerên Cemîleyê nehatin dîtin 2018-08-04 11:38:17   ŞIRNEX – Di lêpirsîna derbarê Cemîle Çagirga ku dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de hat qetilkirin û cenazeyê wê di sarincokê de hat hiştin de hat angaştkirin ku kujer nehatine dîtin û biryara ‘Legerîna Daimî’ hat dayîn.    Cemîle Çagirga dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de hat qetilkirin û cenazeyê wê di sarincokê de hat hiştin. Ji ber ku cenazeyê Cemîle di sarincokê de hatibû hiştin, bûbû rojev û di çapemeniya Tirkiyeyê û cîhanê de cihekî berfireh girtibû. Di lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê yê Cizîrê ve hatibû destpêkirin de li gel ku ewqas dem derbas bû jî kujerên Cemîleyê nehatin dîtin.    Kujer nehatin tespîtkirin!   Serdozgeriya Komarê yê Cizîrê ku di lêpirsînên nêzî 110 kesên hatin qetilkirin de biryara ‘bêşopandin’ da di lêpirsîna derbarê Cemîle de jî biryara ‘Legerîna Daimî’ da. Di nivîsa ku ji aliyê serdozgeriyê ve ji Mûdiriyeta Emniyetê ya Cizîrê re hat şandin de ji bo biryarê wek binasî ‘Tespîtnekirina kujeran’ hatiye nîşandan.    Di dosya ku bi sûcdariya ‘zarok bi zanebûn hatiye kuştin’ hat vekirin û kesekî bi guman tê de cih nagire de sedema qetilkirina Cemile ‘bi fîşekek ku nayê zanîn ji ku derê ve hatiye li laşê wê ketiye’  hatiye aşkerakirin.     Di biryara ku dema demderbasbûnê heta 2045’an hatiye aşkerakirin de ev tişt hatine ragihandin:   “Divê heta dîroka demderbasûnê li gumanan bê gerîn, nasnameya wan bê tespîtkirin û heke neyê tespîtkirin salê carekê agahî ji serdozgeriya me re bê ragihandin û li gorî talîmata bê dayîn bê tevgerkirin. Nivîsteka ku piştî tespîtkirina nasnameya gumanan û girtina îfadeya wan bê amadekirin ango têjekirina dema demderbasbûnê bê amadekirin divê ji serdozgeriyê re bê şandin.    'Tu dîmen nehat bidestxistin'   Di beşa ‘Girteka Lêpirsînê’ ya dosyayê de tê angaştkirin ku nayê tespîtkirin dema bûyerê li cihê bûyerê maşîneyên zirxî yên tîpa kobra û wesayîtên hewayî yên bê mirov (ÎHA) hene yan tune ne û ji ber vê yekê dîmen jî nehatine bidestxistin."