Tevî kêmasiyan dê biryara doza 10'ê Cotmehê bê dayin 2018-08-02 12:17:19   ENQERE - Doza komkujiya 10'ê Cotmehê ya Garê tevî kêmasiyên darizandinê dê îro bi biryar bibe. Serokê Dadgehê tevî kêmasiyên di dosyayê de got:"Heta şev jî bidome ez ê îro biryarê bidim."    Di 10'ê Cotmeha 2015'an de di encama teqîna bombeyê ya ku DAÎŞ'ê li Gara Enqereyê pêk anî de 103 kesî jiyana xwe ji dest dan û ji 500'î zêdetir kes birîndar bûn. Doza 10'ê Cotmehê ya ku li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran dihat dîtin ji bo bersûcên Cemaata Gulenê li Eywana Rûniştinê ya Saziya Înfaza Ceza ya Sincanê pêk tê.    Rûniştina biryarê ya doza ku 19 girtî û 36 bersûc tên darizandin di roja 3'emîn de li Eywana Dadgeha Girtigeha Sincanê didome. Dorpêçkirina polîsan a li dora malbatan bal kişand. Li pêşya eywana rûniştinê ekîbên polîsan, ambulans û TOMA'yên polîs û jandarmayan hat bicihkirin.    'Derbarê peywirdarên cemaweriyê de doz nehat vekirin'   Daxwaza parêzeran a ji bo kêmasiyên dosyayan bê temamkirin, bi cih neanîn. Tevî delîlên ku parêzeran derxistin holê jî derbarê peywirdarên cemaweriyê de doz nehat vekirin.   Tê payin ku îro biryar bê dayin   Tê payin ku di rûniştina dozê ya îro de biryar bê dayin. Hat hînbûn ku Serokê Dadgehê Selfet Giray got:"Heta şev jî bidome ez ê îro biryarê bidim."