Parêzerên doza 10’ê Cotmehê: Em ê li pey dozê bin 2018-08-01 14:50:26   ENQERE - Parêzeran di roja duyemîn a danişîna doza Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê de mafê axaftinê wergirtin û behsa planên DAIŞ’ê çawa komkujî plan kiriye kirin.    Danişîna biryarê ya doza 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê di roja duyemîn de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Salona Dadgehê ya Kampûsa Girtîgeha Sîncanê pêk tê didome. Malbat, nûnerên saziyên civakî û siyasî û parêzeran di lêgerîna bi hûrgulî de derbasî salonê kirin.    Danişîn bi beyanên parêzerên mexdûran destpê kir. Parêzerê Ertugrul Cem Cîhan ê li ser navê CHP’ê axivî got: “Ji bo berpirsyariya peywîrdarên cemaweriyê derkeve holê dadgehê tişta pêwîst nekir. Ji bilî sê pênc tetikkêşan aliyê siyasî yê komkujiyê dernexist holê.”    Endamê Komeleya Hiqûqnasên Azad parêzer Murat Yilmaz jî anî ziman ku ew ê ji bo edaletê dest ji dozê bernedin û xwest peywîrdarên cemaweriyê bên darizandin.    Ji parêzerên mexdûran Ahmet Ozdel jî wiha got: “Belgeyên delîliya Yunus Durmaz ê emîrê DAIŞ’ê yê Dîlokê ye hene. Di belgeyên ser wî de derketin organîzasyona komkujiya Enqereyê vedibêje. Tişta herî zêde ev rêxistin girîngiyê didê veşartina bombeyên zindî ye. Li mala rêxistinê xwekujek din jî heye. Ew jî Burak Ormangolu ye. Di mala çalakî lê hatiye amadekirin de şopên tiliyan hene. Ê li wê malê bijî bombeya zindî ango xwekuj e. Burak beriya komkujiyê wî îştîrakî kar dike. Ev dadgeh nikare bifikire ku Burak endamek DAIŞ’ê yê ji rêzê ye. Li malê xwekujê sêyemîn derkitiye holê Em nikarin bêjin Burak îştîrakî sûc nebûye.”    Der barê Burak de ji sûcên “çek û gule li ser derketin” û “Neqilkirina madeyên talûke ya ji bo rêxistinê” heta 24 sal ceza jê re hatibû xwestin.    Ahmet diya kir ku yek ji “Endamê rêxistinê” jî Suphî Alpfîdan e û got: “Yek ji bersûcên beşdarî komkujiyê bûye jî Suphî Alpfîdan e. Dibe ku bersûcê herî reben ê dosyeyê be, lê belê di her maşîneyê de şopa tiliyên wî derdikevin. Piştî komkujiyê bi navê xwe yê qaçax çûbe derveyî welat jî, em nikarin nebêjin beşdarî komkujiyê nebûye. Yek ji kesên herî zêde bi endamên din ên rêxistinê re hevdîtin kiriye. Çi kiribe divê bêje. Lê li xwe danayne. Li ku maye û kîjan malê kirê kiriye bêje.”     Ahmet bi bîr xist ku hevjîna plangerê komkujiya Enqereyê Halîl Îbrahîm Dolgun, Esîn Altintug ji cezayê hepsê yê 15 salan tê darizandin û wiha dewam kir: “Esîn Altintug hevjîna Halîl Îbrahîm Durgun ê kujeran biriye Enqereyê. Xwe cuda nîşan dide. Di wêneyan de girtî ye. Lê belê bi boyaxkirî hat dadgehê. Yek ji kistasê DAIŞ’ê ew e ku hemû endamên malbatê di nav wan de cih bigire. Esîn rola hevjînê xwe ya di rêxistinê de dizane. Beriya komkujiyê û piştî wê dizane. Hewld dide hevjînê xwe Halîl Îbrahîm Durgun û kujerên din birevîne. Nikarin helwestekê nîşanî Esînê bidin. Ji bo biçe pevçûnên li Sûriyeyê plangeriya dike.”    Parêzer Eylem Sarioglu jî li ser bersûc Erman Ekîcî nirxandin kir û got: “Di dosyeyê de tê xuyakirin wesayîta Ekîcî jî di nav de disekine. Li ser vê wesayîtê şopa tiliyên Ekîcî hene. Wesayît ji bo êrîşa bombeyî li dijî avahiya Rêxistina HDP’a Stenbolê pêk bîne derketiye rê. Belgeyên plansaziya êrîşa li dijî Rojnameya Cumhuriyetê di mala Ekîcî de tê dîtin. Di fezlekeya dosyeyê de tê gotin ‘kes kengê dê biçe li ku çalakiyê bike û biryar girtiye’ tê fêmkirin. Ev yek rêveberiya Ekîcî ya di nav rêxistinê de derdixe holê. Ekîcî yê bersûc ji belavkirina pereyên rêxistinê berpirsyar e.”