Doza Komkujiya Enqereyê di bin şertên rêveberiya awarte de dest pê kir 2018-07-31 13:18:46   ENQERE - Danişîna biryara doza Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê di bin pêkanînên rêveberiya awarte de dest pê kir.    DAIŞ’ê di 10’ê Cotmeha 2015’an de li dijî Mitînga Aştî û Demokrasiyê ya li Enqereyê teqîn pêk anî. Di komkujiyê de 103 kes jiyana xwe ji dest dan û nêzî 500 kesî birîndar bûn. Danişîna biryarê ya 51’emîn a doza Komkujiya Enqereyê li Salona Dadgeha Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. Parlamenterên HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît, Tulay Hatîmogullari,Ayşe Acar Başaran, Oya Ersoy, Parlamenterên CHP’ê Yildirim Kaya, Kanî Beko, Sezgîn Tanrikulu, Ozgur Ozel, Velî Agbaba, Onursal Adiguzel, serok û rêveberên TTB, KESK, DÎSK, TMMOB, Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl û malbat li salonê cihê xwe girtin û dozê dişopînin.     Beriya danişîn destpê bike, li ber dadgehê tedbîrên mezin hatin girtin. Maşîneyên dihatin Kampûsê yek bi yek hatin lêgerînkirin. Li ber deriyê girtîgehê malbat demek dirêj sekinandin û kom bi kom berdan û ser wan lêgerîn kirin. Polîsan destûr neda pênûs, heste û telefon bibin hundir. Heyeta dadgehê destûra rojnamegerên karta wan zer a çapemeniyê heye tenê berda hundirê salonê. Rojnamegerên karta wan zer tune bû bernedan hundir. Di vê navberê de ji ber tevlîheviyê bi sedan mexdûr nikaribûn biçin hundir. Bi boneya malbat li derve man di navbera heyeta degehê û parêzeran de nîqaş derket.    Li Salonê parêzer, parlamenter, rojnameger û malbatan li cihê cuda dan rûniştandin. Li hundirê salonê polîs û eskeran tedbîr girtin.     Keça Cemal Avşar ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Ayşegul Avşar bi boneya temenê wê biçûk bû bernedan hundirê salonê.    Li bendê ye danişîn 3 rojan dewam bike û biryar bê aşkerekirin. 19 bersûc girtî ne, 36 bersûc firarin û bi giştî 96 bersûc tên darizandin. Meqamê îdiayê ji bo bersûcan cezayê muebetê yê giran xwestibû. Der barê 9 bersûcan de 101 car cezayê muebetkirina giran, der barê 16 besûcên firarî de jî hatibû xwestin dosyeya wan bê veqetandin. Malbat û parêzerên muştekî dixwazin tenê ne bersûc bên cezakirin di heman demê de peywîrdarên cemaweriyê yên berpirsyariya wan hebûye jî bên cezakirin. Li bendê ye heyeta dadgehê di vê danişînê de biryara xwe bide.