Birîna 3 salan: Mutala ji îdianameyê ne cudatir e 2018-07-29 09:44:01   ENQERE - Doza 10’ê cotmehê ya yek ji komkujiya herî bixwîn a Tirkiyeyê ber bi qedandinê ve diçe. Parêzer Senem Dogan diyar kir ku dadgeh ne wek sûcê li dijî mirovahiyê wek bûyerek edlî nêz dibe û mutalaya ku daxwazên mexdur û parêzeran nanirxîne jî ji vê re xizmetê dike.   Doza komkujiya Gara Enqereyê ya du di encamê de103 kes hatin qetilkirin di navbera 31’ê Tîrmeh-1-2’ê Tebaxê de pêk tê. Tê payîn ku ji runiştinê biryar derkeve. Di her runiştinê de tevî ku komkujî tê nirxandin û berpirsyariya peywirdarên cemawerî bi belgeyan dertê holê jî daxwazên parêzeran tên redkirin.   Di doza di 12’ê hezîranê de hat dîtin der barê 9 gumanbaran de 101 caran cezayê giran ê muebetê hat xwestin û  ji bo gumanbarên din jî ji sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘madeya teqemeniyê li ser’ ceza hat xwestin. Piştî mutala hat aşkerakirin şûnde daxwaza edeletê ya malbatan li edliyeyê hat ziman û doza ku biryar jê dihat payîn birin Kampusa Girtîgeha Sîncanê.   ‘Mutala ji îdianameyê ne cuda ye’   Ji parêzerê Dozê Senem Dogan diyar kir ku tevî ku dosya hîna ne di asta mutalayê de bû, dozger mutala daye û wiha got: “Hem di alî berpirsyariya peywirdarên cemamweriyê de pêşdeçûnek tunebû hem jî ji bo dadgeh biryara xwe bişopîne û biryarên xwe pêk bîne, ne komkirina delîlan îtîrazên me hebûn. Tevî ku delîl nehatine komkirin, gelek delîlên ku divê bên komkirin hene.  Lê mutala ji îdianameyê ne cudatir bû.”   ‘Tevî delîlên şênber berat xwestin’   Senemê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di pêvajoya dadgeha ku salek û nîve berdewam dike, tevî ku delîlên şênber hebûn jî  der barê hinek gumanbaran de daxwaza beratê hatiye kirin.   Senemê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em aliyê vê darizandinê ne. Çîroka kesên rastî êrîşê hatine, nehatiye dîtin. Me xwest ên ji komkujiyê berpirs ji 309’an ceza bigirin. Lê di vê pêvajoyê de sê hevalên me yên din jî jiyana xwe ji dest dan. Lê derbarê wan de tu daxwaz tune. Em pêvajoya ku daxwaz nehatin qebûlkirin jiya. Mutalayê ev tescîl kir û doz birin Sîncanê.”    Senemê her wiha birina dozê ya bi hinceta ‘ewlehiyê’ jî nirxand û got helwesta heyetê bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha got: “Dadgeh ne wek sûcê li dijî mirovahiyê wek bûyerek edlî nêz dibe û mutalaya ku daxwazên mexdur û parêzeran nanirxîne jî ji vê re xizmetê dike.”