Di doza Zeynep Yilmaz de pêşketin tune ye 2018-07-26 09:12:23   ŞIRNEX - Zeynep Yilmaz a li Cizîrê li ber mala xwe hat qetilkirin, di dosyaya derbarê wê de hatibû vekirin, dozger ‘kujer nedît’ û  ‘biryara lêgerîna her tim’ girt û dosya bi demboriyê re rû bi rû hişt. Lê vegotinên hevjînê wê Omer Yilmaz agahiyên derbarê gumanbaran de dide û balkêş e ku îfadeya şahidan nayên girtin.   Zeynep Yilmaz (45) li Cizîr a Şirnexê di qedexeya derketina derve ya 14’ê Kanûna 2015’an de hat îlankirin û di roja 7’ê qedexeyê de li taxa Cudî li ber deriyê wê gule li sînga wê ket û jiyana xwe ji dest da. Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê derbarê mirina Zeynebê de  lêpirsîn da destpêkirin û bi şerta salê carekê dosyayê lêkolîn bike, ji ‘biryara lêgerîna her tim’ re hişt. Dosya ku 25 salan dema demboriya wê heye, ger gumanbarek neyê dîtin di 2040’an de wê bikeve ber demboriyê.    ‘Nasnameya gumanbaran nayê tespîtkirin’   Di biryara dozger de hat îdiakirin ku tevî lêkolînan tespîtkirina gumanbaran  ne pêkan e û hat gotin ku heta dîroka demboriyê her tim wê li gumanbarên bûyerê bigerin û salê carekê wê raporên lêkolînê ji Serdozgeriyê re bê şandin.   Di dosyayê de her wiha hat diyarkirin ku Zeynep wek tê îdiakirin ne ‘endama rêxistinê ye’ û hat gotin ku li gorî rapora otopsiyê gule li sînga wê ketiye û cureyê guleya lê ketiye nehatiye tespîtkirin.   Dema cenaze birin nehiştin malbat biçe   Li gorî vegotinên hevjînê Zeynebê, agahiyên girîng ên ku ew gule ji ku hatiye hene. Omer Yilmaz wiha got: “25 sale em zewicandîne. 9 zarokên me hene. Di qedexeyê de her tim top diavêtin taxa me. Li her derê segvan hebûn. Em nikaribûn derketan derve. Av û ceyran tunebû. Di roja 7’ê qedexeyê de  segvanên li ser dibistana li taxa Cudî  hevjîna min Zeynep ya li ber derî hedef girtin û bi guleyekê qetil kirin. Min dît Zeynep li erdê ket. Cîranên me Zeynep birin heta ber mala şînê ya Cudiyê. Gotin di vê navberê de jiyana xwe ji dest daye. Cenaze rojekê li mala şînê ma. Piştre me agahî da şaredariyê. Wesayîta şaredariyê ber bi êvarê hat. Lê ji ber neket kolanê me bi betaniyê cenaze bir wir. Piştre nehiştin em bi cenazeyê re biçin. Cenaze 10 rojan li nexweşxaneya dewletê ya Şirnexê ma.”   ‘Şahid guhdar nekirin û cihê bûyerê lêkolîn nekirin’   Omer diyar kir ku piştre cenazeyê kurê wî Mehmet Yilmaz li morga nexweşxaneya dewletê ya Cizîrê hatiye dîtin û ji wî re gotine ger negire wê bibin goristana bêkesan û got: “ Gotin herî zêde du kes dikarin bên. Me jî got bi du kesan nabe em ê bi 4-5 kesan bên. Lê polîsan red kir. Ji ber ewlehiya canê me tunebû em neçûn. Piştre cenaze bêyî me hat definkirin. Dema Zeynep hat qetilkirin, bûka me Sidika Yilmaz li wir bû. Lê şahid nehatin guhdarkirin û li cihê bûyerê jî lêkolîn nekirin.”