Derbarê qetilkirina Meryem Sune de lêpirsîna cihê bûyerê nehatiye kirin 2018-07-24 09:07:44   ŞIRNEX - Meryem Sune ya di qedexeya derketina derve ya di 4’ê îlona 2015’an de li Cizîrê hat îlankirin û 8 rojan berdewam kir de hat qetilkirin, derbarê mirina wê de di lêpirsîna hat meşandin de derket holê ku li cihê bûyerê lêkolîn nehatiye kirin.   Di qedexeya derketina derve ya 4’ê îlona 2015’an de li Cizîra Şirnexê hatibû îlankirin de 9 sivîlî jiyana xwe ji dest da û ji yên hatin qetilkirin yek Meryem Sune bû. Meryemê di 8’ê Îlonê de li ber mala xwe bi guleyê hat qetilkirin û ji ber ambulans dereng hat xwîn herikî hundirê wê û cenazeyê wê rojekê di cemedankê de hatibû hiştin. Li ser mirina Meryemê malbatê serlêdana sûc kir û li ser vê lêpirsîna dozgeriyê hîna didome û derket holê ku bi îdiaya ‘herêma ne bi ewle ye’ li cihê bûyerê lêkolîn nehatiye kirin.   Bi rojan beriya bûyerê îxbar hatiye kirin   Di dosyaya derbarê bûyerên di 5’ê Îlona 2015’an de saet di 21.00’ê de pêk hatiye de hat diyar kirin ku beriya Meryemê bê qetilkirin, derbarê kolana ku mala wê lê ye gelek caran îxbar hatiye kirin.    Dema lê xistin birîndar bû, ambulans nehat   Malbata wê jî ku der barê roja hat jiyîn de îfadeya wan hat girtin, diyar kirin ku Meryemê hem ji bo destnimêjê û hem jî ji bo li zarokan binêre saet li dora 21.00’ê derketiye hewşê û piştî dengê guleyên hatine Meryemê li erdê ketiye. Malbatê di îfadeyên xwe de wiha got: “Bi dengê zarokan re me li hewşê mêze kir û me dît ku Meryemê birîndar e û li erdê ye. Me hema gazî ambulansê kir lê nehat. Piştre me doktorê li taxê anî. Doktor got xwîn herikiye hundirê wê û divê biçe nexweşxaneyê. Em dîsa li ambulansê geriyan û gotin ‘ewlehî tune ye em nikarin bên’. Meryemê piştî demekê jiyana xwe ji dest da. Me piştre bir kir cemedankê.”   Di encama hewldana parlamenterên HDP’ê de cenaze hat girtin   Meryemê ya hat qetilkirin rojek şûnde bi hewldana parlamenterên HDP’ê ambulans çû cihê bûyerê û cenaze birin nexweşxaneyê.