Dozger ji endamtiya rêxistinê re delîl dît: Wêneyê li ser agir hatiye kişandin 2018-07-21 09:21:08   ŞIRNEX - Derbarê Tuba Emînoglu ya di bodrumên Cizîrê de hat qetilkirin de malbata wê serlêdana sûc kiribû û di lêpirsîna hat destpêkirin de wêneyê Tubayê yê li ser agir hatiye kişandin û dîroka wê ne diyar e hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ nîşan da û biryara bêşopandinê da.   Li Cizîr a Şirnexê di 14’ê Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û piştre di pevçûnan de bi sedan kes hatin qetilkirin. Di bodrumên Cizîrê de  ji 200’î zêdetir mirov hatin qetilkirin û lêpirsîna derbarê bodruman de hat destpêkirin jî bi biryarên bi hincetên çend rûpelan bi bêşopandinê encam bû û hat rakirin.   Yek ji van dosyayan ya biryara bêşopandinê hat dayîn jî dosyaya xwendekara zanîngehê  Tuba Emînoglu ya ji Êlihê bû. Ji bo dosyayê îfadeya du şahidan û wêneyekî wê wek delîl hat nîşandan û biryara bêşopandinê hat dayîn. Ji aliyê serdozgeriya Komarê ya Cizîrê ve biryara hewce bi lêkolînê tuneye hat dayîn û der barê mirina wê jî rapora lêgerîna malê ya nava rojê de cih digire. Di dosyaya 300 rupelî de tenê di 10 rupelan de agahiyên der barê Tubayê de cih digirin.   Faliyetên DEM-GENÇ’ê sûc e!   Roja cenaze hatiye dîtin, rapora otopsiyê û ruhsata definkirinê di çend rûpelan de cih girt û di hemû rupelên din de cih da faaliyetên DEM-GENÇ û parvekirinê çapemeniya civakî ya Tubayê. Di dosyayê de tê gotin di 10’ê Sibata 2016’an de li kolana Nîran a taxa Cudî  ji avahiya  hejmar 7 (C-3158) di lêgerînê de 8 cenaze hatine dîtin û ji bilî wê bi giştî 12 cenaze bi wesayîtên zirxî birine nexweşxaneyê.  Di nav van cezaneyan de yek bi giştî hatibû şewitandin û mînaka xwînê jê nehatibû girtin û aydê Tuba Emînoglu bû.   Li goristana bêkesan hat definkirin   Di encama otopsiya li ser cenazeya Tubayê hat kirin de di qeydan de hat gotin ku sedema mirina wê ne diyar e.  Tuba piştî otopsiyê li goristana bêkesan a Deriyê Sînor a Xaburê hat definkirin û piştî mînaka DNY’ê ya bavê wê birin Êlihê û definkirin.   Di dosyayê de hat gotin ku dema cenaze ji malê dihat girtin qertek hiş hatiye dîtin û di wê qertê de wêneyekî aydê Tuba Emînoglu yê li ser agir sekiniye heye.  Wêneyê ku nayê zanîn kengî hatiye kişandin, delîla ‘endamtiya rêxistinê’  hat hesibandin.