Doza Somayê wê bibin DDB û DMME’ê 2018-07-19 09:23:57   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Parêzer Hatîce Aslan ku ji serî de doza Somayê dişopîne, guhertina dadger û tiştên hatine jiyîn vegot û got biryara birine dadgeha îstînafê, wê bibin DDB û DMME’ê.    Ji parêzarên Komeleya Hiqûqnasên Hevdem ya bi KHK’ê hat girtin, Hatîce Aslan Atabay, diyar kir ku bi rejîma nû guheriye re dadger biryarên serbixwe nadin û got daraz li gorî patronan biryarê dide.   ‘Ewil pêvajoya dozê hat dirêjkirin’   Hatîceyê daxuyakirin ku encama Doza Somayê ne li gorî çarçoveya hiqûqiye û bi guherîna dadgeriyê re pêvajoyek nû dest pê kiriye. Hatîceyê destnîşan kir ku li gorî rapora heyeta kesê dizane amadekiriye divê patron Alp Gurkan, Mustafa Yîgît yê di lijneya rêveberiyê de cih digire û berpirsê projeyê Hayrî Kebapçilar li kursiya gumanbariyê runiştiba û di asta ewil a dozê de Serdozgeriya Komarê ya Manîsayê biryara veşariyê girtiye.   ‘Armanca guherî dadger ev bû’   Hatîceyê anî ziman bertek berdewam dikirin û ligel vê piştî dozger heyeta dadgehê jî guheriye û  yek ji dozgerên ewil tayînê Amedê hat kirin û piştre jî heyet guhertin û got: “ Dadgerê nû hat tayînkirin jî dihat zanîn ku li Elbîstanê di doza madenê de cezayê pere daye.  Qe nebûya dikarî cezayê bilind yê bi taksîrê bida lê ev nekir. Berovajî mutalayê biryara beratê da. Armanca guherînê jî ev bûye. Bi qasî cezayên hatine dayîn jî mantiqê hatiye avakirin jî berpirse.”   Hatîceyê bi lêv kir ku pergal hewl dide ewlehiyê bide patronan û ji ber fikirin ku heyeta ewil biryara dixwazin nadin, guhertin û dadgerê nû endamê Komeleya Yekitiya Darazê ya bi nêzîkatiya Qesrê tê zanîn ne.   ‘Em ne tenê parêzer em şahidê dozê ne jî’   Hatîceyê di berdewamiyê de bertek nîşanî pêşketinan da û ev tişt anî ziman: “Me daxwaznameya îstînafê da. Piştî biryar bê em ê hincetên xwe yên îstînafê diyar dikin. di îstînafê de runiştinek nû bê kirin, emê travmayên ku me jiyane vebêjin. Em ne tenê parêzerên vê dozê em şahidên wê ne jî. Emê ji darazê re jî ji dîrokê re jî vebêjin. Emê biçin Dadgeha Desura Bingehîn û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jî.”