Daneşîna ku Fîgen Yuksekdag tevli nebû hat taloqkirin 2018-07-18 16:03:22   EDENE -Daneşîna Doza Hevseroka HDP'ê ya berê Fîgen Yuksek Dag ku ji "Endamtiya MLKP" jê dihat darizandin ku li 9'emîn Dageha Cezayê Giran a Edeneyê hat dîtin taloq kirin.   Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê di 2012’an de doz li Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag û 7 kesên din bi îdiaya “MLKP’ê ava kirin e û birêvebirin e” û “Propaganda rêxistinê kirin e” vekiribû. Danişîna 14’emîn a dozê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê hat dîtin.    Fîgen  beşdarî dozê nebû û hin parêzer amade bûn. Dadgehê diyar kir ku hin kesên tên darizandin mazeret nîşan dane û bi boneya kêmasiyên dosyeyê temam bibin danişînê taloqî dîrokek pêş kir.