Parêzerên Mehmet Tunç serî li AYM'ê dan 2018-07-18 10:53:03   ŞIRNEX - Piştî ku derbarê doza Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç biryara neşopandinê hat dayin, parêzerên wî serî li Dadgeha Makekanûnê dan.   Li Cizîra Şirnexê di navbera 14'ê Kanûna 2015'an û 2'ê Adara 2016'an de di serdema qedexeya derketina derve de Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û gelek kes di bodrûmê de mehsûr mabûn û hatibûn qetilkirin. Derbarê qetilkirina Mehmet Tunç de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lê di 16'ê Nîsanê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê derbarê lêpirsînê de biryara neşopandinê da. Piştre dosya şandibûn Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê. Parêzerên Mehmet Tunç di 5'ê Hezîranê de îtiraz kirin lê di 13'ê Hezîranê de îtiraza parêzeran hat redkirin. Piştî redkirina îtirazê parêzeran do serî li Dadgeha Makekanûnê (AYM) dan.