Hevşaredara Kopa Mûşê Fîgeh hat tehliyekirin 2018-07-17 17:00:52   MÛŞ - Ji hevşaredarên Kopa Mûşê Fîgen Yaşar hat tahliyekirin û hevşeredar Rahmî Çelîk jî bi 10 slal û 6 meh cezayê girtîgehê hat cezakirin.    Hevşaredarên Kopa Mûşê  Fîgen Yaşar û Rahmî Çelîk di encama operasyona ku hat kirin de ji 23'yê Nîsana 2016'an ve hatibûn girtin û di girtîgehê de bûn. Daneşîna doza hevşaredaran li Dadgeha Cezayê Giran a Panosê hat dîtin.  Ji hevşaredarên ku bi îdaya "Endamên rêxistinê ne" dihatin darizandin Rahmî Çelîk bi îdaya ku "Endamê rêxistinê ye" bi 10 sla û 6 meh cezayê girtîgehê hat cezakirin, hevşaredar Fîgen Yaşar jî dosyaya wê hat cudakirin û hat tahliyekirin.