'Em ê pîşeya xwe biparêzin' 2018-07-16 11:21:21   STENBOL - Parêzerên girtî Sezin Ûçar û Ozlem Gumuştaş dê îro derkevin pêşberî dadger. Sezin û Ozlemê di nameya ku ji me re şandin de wiha gotin:"Em ê pîşeya xwe biparêzin."   Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) Sezin Ûçar û Ozlem Gumuştaş  ji ber îdiayên derbarê wan de ev 9 meh in ku li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Bakirkoyê girtîne. Dê Sezin û Ozlemê tevî parêzerên ku bi wan re hat girtin İsminaz Temel û Havva Cuştan re derkevin pêşberî dadger. Sezin û Ozlemê di nameya ku ji me re şandin de behsa şerd û mercên li girtîgehê kirin û banga beşdarbûna dozê kirin.    Ozlemê derbarê parastina xwe de agahî da û got:"Girtina me siyasî ye. Em ê li ser navê azadî û demokrasiyê parastina xwe bikin."   'Min rojbûna xwe li girtîgehê pîroz kir'   Ozlemê diyar kir ku wê rojbûna xwe di girtîgehê de pîroz kiriye û got ku çend hempîşeyên wê di wê serdemê de hatine serdana wê.    'Parêzertî li girtîgehê didome'   Sezin Ûçar jî diyar kir ku ew pîşeya xwe ya parêzeriyê li girtîgehê didomîne û got teblîgatên wan ji mazgalanê digihêjin ber destên wan. Sezînê diyar kir ku ew di koguşan de amadekariya dozên xwe dikin.    Sezinê derbarê şerd û mercên girtîgehê de ev tiş anî ziman:"Rojnameyên me saet di 11.00 de digihêjin ber destên me. Di hefteyê de tenê em dikarin 35 dk'yan dîtina girtî bikin."   Her wiha Sezînê anî ziman ku ew ê di parastinê de bibêje ku tê xwestin pîşeya parêzerêyê bê bandor bê hiştin.    Sezînê spasiyên xwe ji parêzerên ku piştgirî da wan kir.