Li mêrê ku îşkence li zarok kir 3 hezar TL ceza hat birîn 2018-07-14 14:26:40   STENBOL - Xebatkarê restoranta Fast Food'ê ya li Nişantaşiyê, Mutlu H. ava germ li ser zarokê 7 salî kiribû. Li Mutlu H. yê ku îşkence li zarokê 7 salî kir 3 hezar TL ceza hat birîn.   Xebatkarê restoranta Fast Food'ê ya li Nişantaşiya Stenbolê, Mutlu H. ava germ li ser zarokê 7 salî kiribû. Di encama doza ku li Mutlu H. hatibû vekirin, 3 hezar TL ceza li Mutlu hat birîn. Mutlu H. beşdarî rûniştina ku li 33'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê hat ditîn, nebû.    Di encama dîtina rûniştinê de dadgehê 3 hezar TL ceza li Mutlu birî.