Doza ‘konteynirê’ ya Dayika Aştiyê hat taloqkirin 2018-07-10 15:57:05   AMED - Danişîna doza Dayika Aştiyê Dilşah Ozgen a 81 salî ku ji bo xêrê konteynir ji goristana kurê wê lê veşartiye sitendibû, tê darizandin hat taloqkirin.   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Dilşah Ozgen ji bo mirov nimêj bikin û xêrê bike konteynir ji goristana li gundê Sîsê ya navçeya Licê ya Amedê ku kurê wê yê PKK’î Ferdî Ozgen jiyana xwe ji dest da û lê veşartiye kirî. Bi hinceta ku Ozgen konteynir ji goristanê re kiriye doz lê hatibû vekirin û darizaninda wê dewam dike. Danişîna doza Dilşahê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Bi Dayika Aştiyê Ozgen re E.K., H.K.,.K.D., Î.E., M.E., M.C., H.S. û Y. N.E. ên xwediyê firma konteynir ji wan kirine û xebatkarê fîrmayê ne jî tên darizandin. Dilşah û ji bilî H.S. hemû bersûcên din tev li danişînê bûn.    Kurtasiya îdianameyê hat xwendin û pişt re Dilşahê bi riya wergerê kurdî parastina xwe kir. Dilşahê got ku wê konteynir ji bo xêr bike kiriye û xwestiye xelk nimêja xwe di konteynirê de bike. Dilşahê da zanîn ku e bê sûc e û berdana xwe daxwaz kir.    Xwedî û xebatkarên firmaya konteynirê ku tên darizandin jî parastina xwe kirin û sûcê li ser xwe red kirin û berata xwe xwestin.    Heyeta dadgehê biryara kontrola edlî rakir û xwest qedexeya derketina derveyî welat dewam bike. Dadgehê danişîn taloqî meha kanûnê kir.    Di îdianameyê de ji Ozgen û 8 kesên din re bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” û “Bi zanebûn alîkariya rêxistinê kirin” ji 7 sal û nîvan heta 15 sal cezayê hepsê tê xwestin.  .