Dê parêzerên Leyla Guven ji bo biryarê îtiraz bikin 2018-06-30 09:53:39   AMED - Derbarê Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven de biryara tahliyekirinê hat dayin. Ji aliyê 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran biryara dewamiya girtina Leyla hat dayin. Dê parêzerên Leylayê ji bo biryarê li 1'emîn Seroka Dadgeha Cezayê Giran  îtiraz bikin îtiraz bikin.    Bi serîlêdana parêzerên Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven do Dadgeha 9'emîn a Amedê biryara tahliyeyê dan. Lê ji aliyê 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran biryara dewamiya girtina Leyla hat dayin. Dê parêzerên Leylayê ji bo biryarê li 1'emîn Seroka Dadgeha Cezayê Giran  îtiraz bikin îtiraz bikin.    Parêzer Cemile Turhalli derbarê mijarê de nirxandin kir û got:"Piştî ku Leyla Guven wekî parlamenter hat hilbijartin şûnde me ji bo tehlîyekirina wê serî li 9'emîn Serokatiya Dadgeha Cezayê Giran serîlêdan kir. Ev taleba me 29'ê Hezîranê hat qebûlkirin. Lê dawiyê ev hat îtirazkirin."   'Azadî û mafên kesayetî tên binpêkirin'   Cemîleyê da zanîn ku di darizandina cezayan de azadî û mafên kesayetî tên binpêkirin bi vê yekê ewlehiya kesayetî jî namîne û got:"Em ê dîsa li 1'emîn Seroka Dadgeha Cezayê Giran îtiraz bikin."