Doza Nisêbînê di 9’ê Tîrmehê de ye! 2018-06-30 09:19:42   MÊRDÎN - Li Nisêbînê di dema pevçûnan de 70 kes hatibûn binçavkirin û girtin.  3’emîn rûniştina 53 kesî di 9’ê Tîrmehê de tê dîtin. Derbarê serlêdana girtiyan ku di bin çavan de rastî îşkenceyê hatine de jî tu tiştek heta îro nehatiye kirin.   Li Nisêbîna Mêrdînê di 14’ê Adara 2016’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û di dema ku qedexe berdewam dikir de 70 kes ji taxê  hatin tahliyekirin û hatin girtin. Ji 70 kesî doza 53 kesî wê di 9’ê Tîrmehê de bê dîtin. Piştî du salan şûnde runiştina yekem di meha Çileyê de pêk hatibû 9 rojan berdewam kiribû. Runiştina duyem jî di meha Nîsanê de hat dîtin û 8 rojan berdewam kiribû. Ya 3’emîn jî wê di 9’ê Tîrmehê de ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê ve li avahiya Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) bê dîtin. Girtî bi daxwaza 76 caran muebeta giran wê derkevin pêşberî dadger.   Parastina girtiyan mohra xwe li runiştinê da   Di her du runiştinan de malbat û çapemenî li ser israran girtibûn runiştinê, lê daxsaza parêzeran ku hefteyekê anîn ziman jî ji aliyê dadgehê ve hat redkirin. Di parastinên ku hefteyekê hatin kirin de îdianameya ku heyeta dadgehê derxist pêşberî girtiyan jî vala hat derxistin. Girtiyan îdianameya ku bi îfadeyên bi îşkencê hatine amadekirin qebûl nekirin û di salona dadgehê de rêveberiyên xweser parastin. Di her du runiştinan de parastinên girtiyan mohra xwe li runiştinê dan. Girtiyên li salonê bi polîsên îşkencekar re man, li girtîgehê rastî tehdîdan hatin.   Biryara veşariyê dan dosyayên îşkenceyê   Li aliyê din jî girtiyan û parêzeran ji bo îşkenca dîtibûn serlêdana sûc kirin lê beyî hincet biryara veşariyê dan ser wan dosyayan. Li gorî agahiyên ji parêzeran hatiye girtin der barê dosyayan de tu tiştek nehatiye kirin.