Danişîna 17 zarokan hat taloqkirin 2018-06-28 14:25:29   MÊRDÎN - Danişîna doza 17 zarokên di qedexeyên derketina derve ya li Nisêbînê de hatibûn girtin, hat taloqkirin.    3’yemîn danişîna doza 17 zarokên di dema qedexeyên derketina derve ya li navçeya Nisêbîna Mêrdînê de yên di 26’ê Gulana 2016’an ji navçeyê hatin derxistin û girtin li Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn a Mêrdînê hat dîtin.    Piştî parastina girtî û parêzeran heyeta dadgehê navber da danişînê û hemû îtirazên parêzeran red kirin. Dadgehê biryara berdewamiya girtina zarokan da û rûniştin tarloqî 5'ê Kewçêrê kir.