Ji bo Leyla Guven serlêdana tehliyekirinê 2018-06-27 13:04:03   AMED - Ji bo Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku ji ber bertek nîşanî êrşên li ser Efrînê dabû di 31'ê Çileyê de hatibû girtin, piştî ku ji HDP'ê bû parlamentera Colemêrgê ji aliyê parêzerên wê ve ji bo ku bê berdan li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê serlêdan hat kirin.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, ji ber ku bertek nîşanî êrşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bertek nîşan da û daxuyanî da  di 22'yê Çileyê de di encama serdegitina li mala xwe de hatibû binçavkirin û piştî ku 9 rojan di binê çavan de ma di 31'ê Çileyê de  piştî ku derxisitn 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatibû girtin û şandibûn Gitîgeha Tîpa E ya Amedê. Ji bo leyla ya ku ji Colemêrgê parlamentera DHP'ê hat hilbijartin ji aliyê parêzerna  wê Reyahan Yalçidag Baydemîr ve li 9'emîn dadgeha Cezayê Giran a Amedê serlêdan hat kirin û hat xwestin ku Leya bê berdan.