Li Muglayê bersûcê îstîsmara zayendî hat girtin 2018-06-26 11:35:01   MUGLA - Li Muglayê mêrê bi navê R.g. ku îstîsmara zayendî kir hat  girtin û şandin girtîgehê.   Li navçeya Mugla Dalamanê mêrê 51 salî R.G. li dijî zaroka 14 salî îstîsmara zayendî pêk anî bû. Piştî ku zarok bi mamosteyê xwe re axivî bûyer derket holê û derbarê bersûc de serlêdana sûc hat kirin. Piştre R.G. hat binçavkirin. R.G. piştî îfadeya wî hat girtin derxistin dadgehê, hat girtin û ew şandin girtîgehê.   Di îfadeya zarokê ku li gel psîkolog hat girtin de R.G. yê ku zarok bi îstîsmara zayendî re hiştiye ew tehdît kiriye ku ji kesekî re ranegihîne.   Piştî îfadeyê zarok girtin bin parastinê.